JI ÇAPEMENIYÊ Û GIŞTÎ RE
Dengê helbesta kurdî, wêjeya kurdî, zimanê kurdî, çanda kurdî û halay kurdî li gel hemû zilm û zordariyê dê deng vede!
Ji stranên kurdî bigire heta halayên kurdî, ziman û çanda kurdî di bin êrîşan de ye, mirov tên girtin û îşkencekirin. Em dizanin ku ev pêkanînên keyfî ne.
Ev yek di çarçoveya feraseteke qirêj, mejiyê asîmîlasyonîst û tinekirina çanda kurdî de tê kirin.
Îro em hîn bûn ku girtiyên Enes Îlgen û Serdar Başaran ên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê ji ber helbest û stranên kurdî di defterên wan de cih digirin 11 roj cezayê hucreya yek kesî birîn.
Weke Komeleya Lêkolînên Wêjeya Dîroka Çanda Devkî (SÖZDER) em vê weke qirkirina çandî û amneziya civakî pênase dikin; Em van êrîşên ku armanca wan tunekirina bîr, wêje û zimanê kurdî ye şermezar dikin û diyar dikin ku em bi ti awayî qebûl nakin, em ê ziman û çanda kurdî li her qadê bidin xuyakirin û em ê bibin dengê helbest, ziman û çanda kurdî.
28.08.2024