: Pazartesi - Cuma (09:00 - 18:00)
+90 538 872 95 97
SözderSözderSözder
Kale Mah. Qadircan Cad.

Bahadîn Robar – Di Xewna Min De

Bahadîn Robar – Di Xewna Min De
Min şevê din di xewna xwe de
li raserî çemê Dîcleyê kon vedabû,
û di xirbe yên Kela Finik de guşeguşa
herikîna te xeyal dikir.
Kelh xirbe û xeyal xirbetir bû.
Ez li “ ey av û av”ê digeriyam, bêdeng û pêjn
Têhniyê te bûm û pêl bi pêl min xem û xeyal dadiqurtandin.
“Awirên heybetpiling” di peyaleya dil de
bûbûn çemê evînê û dilkeser dimeyandin.
Şevê din di xewna min de Beko uryan bû,
û fêrmeskên gunehbarî û tobedariyê dibarand,
Û min ji destê Edûlê qehweya ceng û evînê dadiqurtandin.
Ferihaya Çerkez dildiza min bû
û di şûşe ya dil de Gola Wanê dikeland.
Şevê din min Leyla ji sêdarê xilas dikir,
Û hemû benên xenêqer û agirên bedensoj di
Xêbûr de berdida, û bi bayê evînê re digeriyam
Şevê din hemû evîn û evîndar li ber
kaniya Zemzem mêvanê xewna min bûn,
Lewre şevê din ava Zemzemê ji dilên evîndar diherikî
û kul xem li ber xwe dibir xewndara min..

Önceki Gönderi Önceki Gönderi
Yeni Gönderi Yeni Gönderi

Yorum Yapın

Sözlü Kültür Tarih Edebiyat Araştırmaları Derneği’ne (SÖZDER) Hoş Geldiniz!

Kale Mah. Qadircan Cad.
+90 538 872 95 97
(09:00 – 18:00)